Stoltenberg: NATO Wê Sîstemên Berevanîyê Bide Ukrayna

Belgium Russia Ukraine War NATO

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku ew dê di rojên pêş de sîstemên berevanîya esmên bidin Ukrayna.

Stoltenberg da zanîn ku Ukrayna dê bi wan sîsteman karibe xwe dijî dronên Îranê jî biparêze.

Rûsya di demên dawî de bi dronan êrîşan dibe ser bajarên Ukrayna û zararê dide binesazîyên wan.

Karbidestên Ukrayna dibêjin Rûsya dronên Îranê dixebitîne, lê Moskow û Tehran wan îdiayan red dikin.

Stoltenberg di konferansa ewlekarî de, ku li Berlînê li dar ket, dîyar kir bo ew rê li ber wan êrîşên Rûsya bigirin divê ew lezekê bidin şandina sîsteman.

Welatên Rojava ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve ligel Kîevê disekinin û alîkarîyên diravî û leşkerî didin wê.