NATO Akredîtasyonên 7 Dîplomatên Rûs Betal Dike

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg ragihand ku wan akredîtasyonên 7 dîplomatên Rûs yên li navenda giştî betal kirine.

Stoltenberg da zanîn ku wan serlêdana 3 dîplomatên Rûs jî red kiriye. Stoltenberg dîyar kir ku di vê biryarê de rola êrîşa gazî ya li Salisbury ya Brîtanya heye û got ku piştî wê êrîşê bo hevalbendên wan fikarên ewlekarîyê çêbûne.

Bi vî awayî hejmara dîplomatên ku li delegasyona NATO erkdar in, ji sê paran parekî kêm dibe.

Stoltenberg dîyar kir ku ew bi vê biryarê mesajekê didin Rûsya û da zanîn ku li ser hin kiryarên wî welatî ew dê hin bersivan bidin.