NATO Dibêje Hilcivîna Wê ya Nû Wê li Lîtvanya Çêbe

Hilcivîna nû ya NATO dê di Tîrmeha 2023’yan de li Vilnius ya paytexta Lîtvanya li dar keve.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ser hilcivînê daxuyanîyek belav kir.

Stoltenberg dîyar kir ku ewê endamên NATO di hilcivînê de ser xurtkirina berevanîya tifaqê fersendeke baş bibînin.

Wî da zanîn ku ewê endamên NATO di hilcivînê de ser piştgirîya bo Ukrayna jî danûstandinê bikin.

Çaverê ye di hilcivînê de endamtîya Swêd û Fînlandîya û bertekên Tirkîyê jî mijarên serekî bin.

Rêberên dewletên NATO herî dawî di Hezîrana borî de li Madrîdê kom bûbûn.