Li civîna Wezîrên Berevanî yên NATO, ku li Roma ya paytaxta Îtalya li dar ket, rewşa çekdarên girtî yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) hat nîqaş kirin.
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis da zanîn ku çekdarên bîyan yên DAIŞ’ê yên li Sûrîyê hatine girtin her ku dem derbaz diçe, dibe kêşeyeke mezintir û bang li hevalbendan kir ku bo hemwelatîyên xwe bepirsîyê bigirin ser xwe.
Mattis dîyar kir ku dema operasyona Reqa, bi sedan çekdarên bîyan yên DAIŞ ketine destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û got ku ‘’nekirina tiştekî ne ti çareserî ye’’
Jêderên herêmî û navneteweyî dîyar dikin ku di destê HSD’ê de, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê hene û ji van bi sedan kes biyan in.
Mattis da zanîn ku wan hîn ew mijar çareser nekiriye û ew naxwazin ku ew çekdar vegerin sûkên Enqere, Tunus, Parîs yan Brukselê.