Rêberên NATO û Ukrayna îro Pêncşemê li Washingtonê kom dibin, rojek piştî ku hevbendên NATO piştgirîya jibo Ukraynayê xurt kirin da ku ew beşdarî hevbendîyê bibe.
Di roja dawî ya Hilcivîna NATO de, wê rêberên Austuralya, Japonya, New Zealand, Koreya Başûr û Yekîtîya Ewrupa (YE) jibo çareserîya kêşeyên ewlehî û hevkariyê gotûbêjan bikin.
Di pêşnivîsa daxuyanîyeke hevpar ya NATO’yê ku roja Çarşemê ve li ser medyayê belav bû hat gotin ku rêgeha Ukrayna ber bi endamtîya NATO ve "paş neveger e".
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg roja Çarşemê ji rojnamevanan re got ku: "ger niha (Ukrayna) endam ne be, wê kengê be."
Amerîka berê xembar bû ka Ukrayna jibo endamtîya NATO’yê amade ye yan na, lê niha xuya dike ku ew qane bûye ku divê Kîev beşdarî hevbendîyê bibe.
"Em jibo endamtîya Ukraynayê pirê peyda dikin. Ew bi rastî encamek girîng e," Michael Carpenter, rêvebirê payebilind yê Ewrupa li Civata Ewlekarîya Neteweyî, ji Dengê Amerîka re got.
Stoltenberg got ku dema şer li Ukrayna raweste, NATO wê piştrast bike ku rawestandin ewê bibe dawîya tundîya li wir.
Stoltenberg anî ziman ku rêka piştrastkirina vê yekê jî, endamtîya Ukrayna ya NATO ye û got ku ger ev pêk neyê Rûsya wê êrîşên xwe bidomîne.
Lê li YE, ku di 25’ê Hezîranê de bi Ukrayna re dest bi danûstandinan kir da ku beşdarî refên wê bibe, ser endambûna Ukrayna ya NATO’yê de, hîn hevbîrbûnek çênebûye.
Hevdem, Wezîrê Berevanîya Amerîka Lloyd Austin ragihand ku, bo cara yekê firokeyên şer yên F-16 yên Amerîkî niha têne radestkirinê Ukraynay û çaverêye ku di hefteyên pêş de li esmanê Ukraynayê bifirin.
"Radestkirina firokeyên F-16 bi fermî destpê dike, û Ukrayna ewê vê havînê F-16 bifirîne," Austin li Hilcivînê got.
Di daxuyanîyekê de roja Çarşemê, Serokwezîrê Holanda Dick Schoof, Serokwezîrê Danîmarka Mette Frederiksen û Serokê Amerîka Joe Biden ragihandin ku hikûmetên Hollandî û Danîmarkî firokeyên F-16 wê Biidn Ukrayna. Herwiha Belçîka û Norwêc soz dabûn ku zêtdeir firokeyan bişînin Ukrayna.
Serokên welatên endamên NATO roja Çarşemê yekem civîna xwe ya li Hilcivînê dar xistin, da ku piştgîrîya hevbendîyê ji Ukraynayê re zêde bikin û hewlên berevanî û rêgirtinê xurt bikin.
Di destpêka civînê de, Biden got ku Rûsya bi alîkarîya Çîn, Koreya Bakur û Îranê hilberîna xwe ya berevanîyê zêde dike û got ku jibo pêşîgirtinê li Moskowê divê endamên NATOyê di hilberîna berevanîyê de veberhênanan zêdetir bikin.
"Em nikarin rê bidin ku hevpeymanî paşde bimîne," Biden gotç
Di daxuyanîya plankirî de NATO de, tevahîya 32 hevbendan bang li Çînê jî kirin, ku piştgirîya xwe ya jibo şerê Rûsya dijî Kîevê rawestîne, ku di nav de veguheztina wê wek pêkhatên çekan, alav û madeyên xav yên ku alîkarîya pişesaziya berevanîyê ya Rûsyayê dikin jî hene.
Hevbendên NATO’yê hevkarên Hindo-Pasîfîkê yên ji Japonya, Koreya Başûr, Avusturalya û Zelanda Nû vexwendin, ku ew beşdarî Hilcivîna vê hefteyê bibin.
Karbidest dibêjin ku banga beşdarbûnê girîngîya van welatan nîşan dide, di demeke de ku êrişên Çîn, Koreya Bakur, Rûsya û Îranê zêde dibin.