Sekreterê NATO: Ukrayna Maf Heye ku Êrîşî Armancên Leşkerî li Rûsya Bike

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got ku Ukrayna dikare li armancên leşkerî li nav Rûsyayê bide da ku berevanîya xwe hember êrîşan bike.

Di bersîva pirseke Dengê Amerîka de, Stoltenberg îro Pêncşemê li navenda NATO li Brûkselê got ku “Ukrayna maf heye ku êrîşî armancên leşkerî li nav axa Rûsyayê bike wekî beşek ji mafê xweparastinê. Me jî maf heye ku em piştgirîya wan bikin da ku berevanîya xwe bikin.”

Grûpa Peywendîya Berevanîya Ukrayna (UDCG), ku Amerîka serkêşîya wê dike, niha civînan li navenda NATO’yê jibo hevpar û hevalbendan pêk tîne. Di vê civînê de 50 welat beşdar dibin jibo kordînasyona piştgirîya leşkerî bo Ukraynayê di şerê wê yê dijî Rûsyayê de.

Stoltenberg bixêrhatina biryara çend hevalbend û hevparan kir ku astengîyên li pêş bikaranîna çekan dijî “armancên leşkerî yên rewa” li hundirê Rûsyayê sist bikin.

“Eger Ukraynî nikarin wisa bikin, em bi rastî ji wan bixwazin ku hewl bidin berevanîya xwe bikin, mafê xwe yê xweparastinê biparêzin. Xweparastin ne zêdekirina asta şer e.”

Sekreterê Giştî yê NATO’yê herwiha dîyar kir ku mafê pêkanîna êrîşên ji derveyî sînorî bêtir eşkere bûye ji dema ku Rûsya enîyeke nû li bakurê Kharkiv vekiriye û dest bi êrîşa wê deverê bi awayekî dîrekt ji nav axa Rûsyayê kiriye.

“Sînor û enîya şer kêm zêde wek xwe maye. Helbet dema ku hêzên Rûsî, topavêj û batarîyên mûşekan ewle bin dema ku li alîyê Rûsya yê sînorî bin, ewê gelekî zehmet be ku Ukraynî berevanîya xwe bikin,” Stoltenberg got.