Stoltenberg: Rûsya Dixwaze Êrîşan li Rojhilata Ukrayna Gurtir Bike

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku hêzên Rûs yên li Ukrayna jinûve kom dibin ku êrîşên li rojhilata welêt gurtir bikin.

Stoltenberg da zanîn ku Rûsya hewil dide hêzên xwe yên li Ukrayna zêdetir bike, sotemenîya xwe temam bike û komên nû çêke.

Karbidestên Brîtanya dibêjin ku Rûsya ji Gurcistanê bi qasî 1200 – 2000 leşker anîne.

Moskow îdia dike ku ewê kiryarên xwe yên leşkerî yên li bakurê Ukrayna kêm bike û bala xwe bide ser ‘’azadkirina’’ Donbas ya li rojhilata başûrê welêt bike.

Stoltenberg da zanîn ku armanca leşkerî ya Rûsya neguherîye.

Wî dîyar kir ku Rûsya bombebarana li ser bajaran didomîne û got dibe ku hêzên Rûsya dest bi êrîşên girantir jî bike.