NATO di 6'ê Tîrmehê de Civîna Endamtîya Swêdê Dar Dixe

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg got ku wî daxwaza civîneke karbidestên payebilind ya di 6'ê Tîrmehê de kir kir ku astengîyên Tirkîyê yên pêş endamtîya Swêdê gotûbêj bike.

Civîn wê li navenda giştî ya NATO li Bruksell were kirin û xencî wezîrên derve yên Tirkîye, Swêd û Fînlandîya, herwiha serokên sazîyên îsixbaratî û şîretvanên ewlekarîya netewî jî beşdar bin.

Ev civîn dibe hewildana here dawî ya NATO ku dixwaze berî hilcivîna xwe ya di 11 û 12ê Tîrmehê de Swêdê tev li refên xwe bike.

Serlêdana emdatîya Swêdê, bilî Tirkîye û Macaristanê, li parlamanên hemî dewletên endam hatiye pejirandin.

Tirkîyê, bi îdiaya ku Swêdê di şerê dijî terorê de bi têra xwe pêngavan neavêline, destûr nedaye endamtîya wî welatî.

Lê, NATO û Amerîka dibêjin ku Swêdê hemê tiştên pêdivî kirine û niha divê Tirkîye dest ji rêgirîyê pêş endamîya Swêdê berde.