Swêd û Fînlandîya bi Fermî Serlêdana bo Endamtîya NATO Kir

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Çarşemê ragihand ku Fînlandîya û Swêdê bi fermi serlêdana jibo endamtîya hevbendîyê dane.

Stoltenberg li navenda giştî ya NATO ya li Brukselê da zanîn ku balyozên her du dewletan nameya fermî ya serlêdanê pêşkêşî wî kirin.

“Îro, rojeke baş e, di kelîyeke krîtîk ya ewlekarîya me de. Endamên me gîş baş fem dikin ku divê hevbendî berfireh be û em divê hemî li kelîka hevdu bisekinin. Û em gîş hevbîr in ku divê em vê kelîya dîrokî ji dest xwe bernedin.”

Parlamana Fînlandî bi awayekî xurt, bi 188 beramber 8 dengan biryara endambûnê pejirandibû.

Serlêdana Fînlandîya û Swêdê gelek girîng e jiber ku her du dewlet ji salên dirêj vir ve sîyasetta bêalîbûnê dimeşand, lê dagirkerîya vê dawî ya Rûsya ya ser Ukrayne tirseke mezin li cem wan çêkiriye û taybetî Fînlandîya xwedîyê sînorekî dirêj yê bi Rûsya re ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku hemî 30 endamên NATO hene û divê endamtîya dewletên nû bi yekdengî were pejirandin û ew pêvajo jî heta salekê didome.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî çend rojan dijberîya xwe li emdamtîya Swêd û Fînlandîya ragihandibû, bi îdiaya ku ew her du “terorîstan” dihewînin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin jî hişyarî dabû ku ger ew her du dewlet têkevin nava NATO, ewê bersîvdana wê yekê bidin.

Serokê Amerîka Joe Biden jî roja Pêncşemê li Qesira Sipî bi Serokê Fînlandî Sauli Niinistö û Serokwezîra Swêdî Magdalena Andersson bicive ku piştgirîya xwe ji wan re nîşan bide.