Rêberên Hevpeymenîya Netew Sibe bo Nexşerêya Gerya Duyan ya Hilbijartinê Dicivin

Hevpeymenîya Netew îro Sêşemê ragihand ku serokên 6 partîyên sîyasî yên di hevpeymanêyê wê li navenda giştî ya Partîya Gel ya Komarî (CHP) bicivin.

Hevpeymenîya Netew dîyar kir ku 6 rêber encamên hilbijartinê binirxînin û nexşerêya gera duyan ya hilbijartina serokomarîyê gotûbêj bikin.

Hevdem, berbijarê Hevpeymanîya Netew, Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku ewê di 29ê Gulanê de bi awayekî pir cuda şîyar bin.

Erdogan dîyar kir ku hilbijartin jibo demokasîya Tirkîyê serketineke mezin e û rêjeya beşdarbûnê ji % 90 e.

"Bi pirtir ji 27 mîlyon dengên gelê me em giheştin % 49 û nîvê dengan. Miletê me li parlamanê 322 kursî dane Hevpeymanîya Netew. Emê di 29'ê Gulanê de bi awayekî cihê şîyar bin."

Di hilbijartina serkomarîyê de berbijarê Hevpeymanîya Netew, Recep Tayyîp Erdogan % 49.51 û yê Hevpeymenîya Netew, Kemal Kilicdaroglu jî % 44,88 dengan biribûn û mafê beşdarbûna gera duyê ya hilbijartinê bi dest xistibûn.