Hunermendê Navdar Dilşad Seîd Bawernameya Diktora Wergirt

Hunermend û mûzîkjenê kurd yê navdar Dilşad Seîd di roja Sêşemê de 19/6/2018'an li Zanîngeha Mozarteum li bajarê Salizburg li welatê Nemsayê, bawernameya diktora di mûzîka Kurdî de wergirt, li ser lêkolîna xwe ya bi navê (Vekolînek li ser mûzîka Kurmancî – bêtir berçavkirina stiranên bi ritim).

Dengê Amerîka hevpeyvînek taybet bi mûzîkjen Dilşad Seîd re kir, di derbarî vê bawernameyê de û naveroka wê.

Hunermend Dilşad dibêje:" Min xwest ku ez taybetmendiya mûzîka Kurdî-Kurmancî bidem ber çavan û wê zêdeyir şîrove bikim."

Ev bawername bi zimanê Îngilîzî hatiye nivîsîn, da ku bighêje destê lêkolînerên biyanî û karibin nerînek nû li ser mûzîka kurdî- Kurmancî bistînin.

Hunermend Dilşad got, ku ew hêvî dike ev lêkolîn wergere zimanên din, û bi Kurdî û Erebî jî bê weşandin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna hunermend Dilsad Seîd-6-20-2018-LA