Ajansa AP ji zarê dîdevanan û medyaya serbixwe ya Mynmarî ragihand ku di êrîşên esmanî yên artêşa Myanmarê de nêzî 100 kes hatine kuştin ku di nav wan de zarok jî hene.
AP dîyar kir ku êrîş li ser merasîmeke dijberên desthilata leşkerî ya Myamnarî pêk hat. Artêşa Myanmarî êrîşên xwe yên esmanî bi kar tîne da ku pêşî têkoşîna çekdarî ya berfireh ya dijî desthilata wê bigire.
Dîdevanek ji ajansê re got ku firokeke şerker rasterast bombe avêtin nav girseya alîgirên opozîsyonê ku jibo vekirina ofîseke herêmî kom dibûn. Wî şahidî got ku bi qasî nîv saetê piştî wê êrîşê helîkopterek xuya bû û gule berda malperê û pirtir kes kuştin.
Hêzên çekdar, di sala 2021'an de piştî ku artêşê Mytanmarî desthilat ji hikûmeteke hilbijartî bi dara zorê sitandibû, destpê kiribû.
Çavdêrîn herêmî texmîn dikin ku ji hingê heta niha pirtir ji 3 hezar sîvîl ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.