Dema ku hikûmeta Enqerê rastî sizayên Amerîka tê, û rû bi rûyê fişarên dîplomatîk û aborî dibe ji hêla Yekîtiya Ewropî ve ji ber destwerdana wê di Sûriye, Lîbya û herêmên din de, komên radîkal yên Sûrî yên ji hêla artêşa Tirk ve piştgirî li wan tê kirin êrîşî ser bajarokê Eyn Îsa û gundewarên wê dikin.
Li gorî Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê di êrîşê de balafirên şer û balafirên bê firokeven yên Tirk tên bikar anîn.
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka-Kurdî VOA, Hevserokê berê û endamê hevserokatiya PYD Salih Muslim got ku Tirkîyê dest ji êrişên xwe li herêmê bernade û gelên herêmê çi bijare nînin bi tenê berevanî kirin ji xaka xwe.
Your browser doesn’t support HTML5