Li Wanê bo danasîna pirtûka bi navê ‘Apê Musa 100 Salî Ye’ ku ji alîyê 76 kesîtîyên ve hatiye nivîsîn, panelek hat li dar xistin.
Di bernameyê de sînevîzyonek jî hat nîşandan ku hejmarek zêde ya rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan rojbûna nivîskarê Kurd yê navdar Musa Anter pîroz kirin.
Kurê Musa Anter, Dîcle, wek peyîvdar beşdarî panelê bû û derheqa pirtûkê agahî da û piştî re jî jibo hezkirîyên ‘Apê Musa’ pirtûk îmza kir.
Di pirtûkê de bîranînên 76 sîyasetvan, rewşenbbîr, mafparêz û rojnamevanan ligel Musa Anter hene. Edîtorîya pirtûkê rojnamevan Huseyîn Aykol kiriye û yek jî amadekarên pirtûkê Dîcle Anter e.
Piştî panelê Anter ji Dengê Amerîka re got ku wî xwest bi vê pirtûkê jîyana civakî ya bavê xwe bide nîşandan.
“Herkes Musa Anter wek rewşenbîrekî Kurd, nivîskarekî Kurd û rojnamevanekî Kurd nas dike. Lê xwendekar dê bi vê pirtûkê, alîyê jîyana Musa Anter ya civakî jî bizanin. 76 kesên ku bi bavê min re dem derbaz kirine û bûne mêvanên wî, wan bîranînên xwe di vê pirtûkê de nivîsandine.”
Musa Anter di sala 1920’an de li bajarokê Nisêbîna Mêrdînê ji dayîk bûye. Ew di nav Kurdan de herî zêde bi navê Apê Musa tê nasîn. Ew gelek caran hatiye darizandin û wî 11 sal û nîv ji jiyana xwe di gitîgehê de borandîye. Piştî ku ji girtîgehê derketîye, di gelek kovaran de nivîsên wî hatin weşandin. Apê Musa, herî dawî jî di 20’ê Îlonê 1992’an de li Amedê di êrîşek çekdarî de hatibû kuştin.
Dîcle Anter behsa bavê kir û got ku netewperwerîya Anter ne mîna MHP’ê bû, ew jibo mafên Kurdan tim di nav têkoşînê de bû.
“Bavê min dixwest ku her Kurdek li ziman û nasnameya xwe xwedî derkeve. Bi lêkolînan xwe nas bike û bêje çima em bindest in? Çima welatê me hatiye dagîr kirin? Çima mala me hatiye xirab kirin? û Çima ev qas dijminahî tê kirin?”
Anter dibêje ku bavê wî bi zanebûna xwe di avakirina hejmarek zêde ya sazîyan bûbûb, mîna Navenda Çanda Mezopotamya (MKM), Enstîtuya Kurdî, Tevlo, Gundem, Yenî Ulke, Partîya Ked ya Gel (HEP).
Herwiha li bajêr Turnuvaya Futbolê ya Musa Anter hat li darxistin. Anter bal kişand ser girîngîya turnuvayê û got ku bi van bernameyan nifşên nû dê Apê Musa nas bikin û bibe destpêkeke baş.
“Pir kes Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Celalet Alî Bedîrxan… tenê bi nav dizanin, lê divê wan baştir bidin nasîn û bizanin kî ne û bo Kurdan çi kirine,” Anter got.
Your browser doesn’t support HTML5