Senatora Alaska Murkowski Biryara Trump ya Guhertina Navê Çîyayê Denali Rexne Dike

Senatora Alaska Lisa Murkowski ser biryara Serok Donald Trump ya jibo guhertina navê Çîyayê Denali bertek nîşan da.

Trump dîyar kir ku ewê navê wî çîyayî jibo rûmeta serokê 25’an yê Amerîka bikin William McKinley ku serokê nû jiber sîyaseta wî ya ser gumrukan heyranê wî ye.

Murkowski got ku ew bi tundî dijî guherandina navê Çîyayê Denali ye.

‘’Navê çîyayê herî bilind yê gelê me bi hezaran sal in Denali ye. Ew nav ji alîyê Athabaskanên Koyukon yên Alaska ve hatiye dayîn ku ew ji mêj ve wan axan bi rêve dibin.’’

Serokê berê Barack Obama sala 2015’an navê wî çîyayî ji McKinley jibo binavkirina gelên herêmê nîşan bide kiribû Denali.

Jêder: AP