Ajansa Reutersê ragihand ku di şewateke nav xwaringehekê de, herî kêm 14 kes li bajarê Mumbay ya Hîndistanê hatine kuştin.
Karbidest didine zanîn ku şewat dema pîrozkirina rojbûna keseke navdar pêk hat û 11 ji qurbanîyan jin in.
Di bûyerê de 24 kesên din jî birîndar bûn ku birînên wan gelek giran in.
Dîdevan dibêjin ku li heman avahi pirtir ji 36 xwaringeh, firoşgeh û ofîsên kompanîyên mezin hene û di rewşeke wiha malwêran de gelek kes li avahi hebûne.
Karbidestên ewlekarî dêyar kir ku vekoklîna bûyerê didome.