Televîzyona Misirî Radigihîne ki Husnî Mubarek Mir

Televîzyona dewleta Misirê îro Sêşemê ragihand ku serokê berê Husnî Mubarek di 91 salîya xwe de mir.

Televîzyonê ragihand ku mirina Mubarek çend hefte piştî derbazkirina operasyoneke saxlemîyê qewimî.

Mubarek 30 sal Misir bi rêve biribû û ew di sala 2011’an de, di encama xwepêşandanên nerazîbûnê yên girseyî de ji desthilatê hatibû ladan.

Ew di serdema xwepêşandana de hatibû zindan kirin, lê dû re di sala 2017’an de hatibû ji tawanên dijî wî hatibû paqij kirin û dû re jî hatibû azad kirin.