Sema Begdaş Seredana MSDê ya Moskowê Dinirxîne

Ev sê roj in şandeke ji MSD serdana Moskowê dike, û civîn li gel berpirsên wî welatî dardixe, di heman demê de, cîgera serokê sûrîyê gef li rêvebriîya xweser dike ku dê hemû xaka sûrîyê vegere jêr dstê artêşa wê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov doh Sêşemê bi Seroka Desteya Rêveber a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed re li ser rewşa Sûriyê li Moskowê gotûbêj kir.

Piştî civînê, Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û tê de got ku li ser rewşa Sûriyê, û bêtir ser rewşa bakurê rojhilata Sûriyê gotûbêj hate kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin:

"baldariyeke taybet bi erkê aktîvkirina çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî 2254 het kirin, her wiha nûjenkirina rewşa aborî û civakî, vegerandina penaber û awareyan, û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo kesên hewcedar".

Li aliyekî din "Rûsya tekezî li serwerî û yekparçeya xaka Sûriyê, her wiha mafên rewa yên hemû etnîkî û olî yên li Sûriyayê kir "

Sema Begdaş

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê, Cîgirê Wezîrê Derve Mikhail Bogdanov jî bi Ehmed re gotûbêj kir.

Di derbarî vê mijarê de Peyvedara Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Sema Begdaş ji Dengê Amerîka re diyar kir ku hewlên Rûsyayê bo diyloga di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Dîmeşqê de hene.

Begdaş di berdewamiya axafitina xwe de got:

''Aloziya li Sûriyê tenê di nava Sûriyê de çareser dibe, pêwîste aliyîn Sûrî li hevbikin û aloziyên di nav xwe de çareser bikin bi rêka diyalogê''.

Li aliyekî din Begdaş bal kişand ser helwsta çîgira Serokê rêjîma Sûriyê Buthaina Shaaban ku got bû '' dê hemû xaka Sûriyê vegere jêr serweriya desthilata Rêjîmê û artêşa Sûriyê''.

Berdevka PYD ê destnîşan kir ku ew helwstên karbidestên rêjîmê red dikin û got:

''Rêjîm bi van daxiyaniyan nîşan dike ku ew ne amadeye ji diyalogê re, û li gorî hişmendiya xwe dixwaze kirîza Sûriyê çareser bike''.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_11_25_2021_MSD_Moskow