MSD'ê li Swedê Komxebatek Dar Xist

Mecilsa Sûriya Demokratîk MSDê li paytexta Swêdê duyemîn “Komcivîna Şêwmendiya Hêzên Demokratîk li Sûrîyê” li darxst.

MSDê aramnc dike ku ev komcivîn rê li ber Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk vedke, ku di qûnaxa bê de formeke nû ya opiszyona Sûrî bê ava kirin.

Endamê Desteya Serokatiya Mecilsa Sûrîya Demokratîk Sîhanok Dîbo di daxwiyaniyekê taybet de ji bo Dengê Amerîka derencamên komxebata MSDê ya ku li paytexta Swêd Stokholmê li darxist eşkere kir.

Dîbo di daxwiyaniya xwede got:

“Di roja 9 û 10 ê vê Nîsanê, bi amadebûne Nûnerên navdewletî û hêzên û kesayetên Sûrî (MSD)ê komxebateke dijêr navê (civîna şêwrê ya duyemîn) ku ji aliyê Navenda Olf Palm International û bi sponseriya hikûmeta Swêdê li darxist”.

Di civînê de Nûnerên Wezareta derve ya Amerîka, Brîtaniya û Swîsra, ligel 39 nûnerên hêzên opozisyona Sûriyê û kesayetiyên serbuxe beşdar bûn.

Dîbo di berdewamiya axaftina xwe de aramncên vê civînê destnîşankirin ku yek jê vekirna rê li ber Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk a ku ji aliyê MSDê ve li hundir û derveyî Sûrîyê beriya cend salan tê şopandin.

Li gorî berpirsê MSDê ev hewldanên têne kirin aramn jê avakirina formeke nû ji bo Opiszyona Sûrîyê ku ew nêrîneke siyasî hevbeş û nûnertiya goncaw û berfireh a opozîsyona Sûriyê bide pêş.

Di civîna Stokholmê de nûnerên hêzên derve yên Amerîka, Brîtanya û Swîsre û kesayetiyên demokrat û nûnerên hêzên demokrat û bi sponseriya saziya Olf Palm ya Navdewletî amade bûn.

Di vê komcivînê de mijarên girêdayî şêwazên rêvbrina pêşerojê ya dewleta Sûrîyê, yekparçeyiya xakê û serweriya niştimanî ya Sûrîyê û çareserikirina doza Kurd li Sûrîyê bi rêkên yasayî hatin gotûbêjkirin.

Her wiha beşdaran têgeha sîstema nenavendî weke dergehek bo çarçoveyeke niştimanî ya demokratî ji bo Sûrîyê erênî dîtin .

Hêjaye gotinêye ku ev nêzî 4 salan e Mecilsa Sûrîya Demokiratîk komxebata Şêwrmendiyê li bakur û rojhilatê Sûrîyê dişopîn e ku di sala 2018an û vir ve 3 Komcivînên diyalogê yên li hundirê bakur û rojhilatê Sûrîyê li darxistine, her wiha 6 panel di vê çarcoveyê de jî li darxistin e.

MSDê aramnc dike ku di demeke nêz de Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk lidarxe ku komxebata bi sponseriya hikûmeta Swêdê, di 9/10 Nîsanê de hat lidarxistin bibe bingeheke ji vê aramncê re.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_04_14_2022_MSD_Komxebat