MSD bi Reweşnbîran re Rêze Civînan Encam Dide

Civîna MSDê bi Roşenbîran re

Bi vexwendin ji Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê, ji roja Pêncşemê heya Şemiyê di jêr dirûşma "Rewşenbîr û Asoyên Çareseriya Siyasî li Sûriyê" komcivînek hate orgenîzekirin.

Her wisa roja Înê li Dêrikê civînek hat darxistin, û roja Şemîyê de civîn li Hesekê hat encam dan.

Di komxebata MSD'ê de du mijar hatine gotûbêjkirin, yek jê rewşa siyasî ya niha li Sûriyê, û mijara din rola rewşenbîran di çareserkirina aloziya Sûriyê de.

Mijara yekê ji Komcivînê ji aliyê Rêvebira Encûmena Cîbicîkar ya MSD'ê Îlham Ehemed ve hate nirxandin ku têde balkişand ser rewşa Sûriyê bigelmeperî.

Endama Komîta Amdekar Darîn Hisên diyar kir ku, ''Ev yekem civîna MSD'ê ye, bi rewşenbêran re, ku dê rêzeke komcivînên bi vê mebestê di demên bê de li darbixin.''

Komcivîna MSD'ê bi amadebûna bi dehan rewşenbîr û nûnerên navend û rêxistinên rewşenbîran yên li herêma Cizîrê tên darxistin.

Rewşenbîrên ku beşdarî di vê koxebatê de kirine dibêjin, ev gaveke erêniye ji aliyê MSD'ê ve, lewra pêwîste rewşenbîr neye paşguhxistin ji aliyê hêzên siyasî yên li herêmê.

Endemê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavê Kurdistanê HRRK ,Telal Elşêx dibêje, ''Pêwiste di nava MSD'ê de komîteyek rewşenbîran hebe di warê şêwirmendiyê de pêşniyaran pêşkêş bike.''

Di Beşê dûyem yê komcivînê de ku li jêr navnîşan ''rola rewşenbîran di çareserkirina aloziya Sûriyê de bû, ''hejmarek ji rewşenbîran gotar û lêkolênên xwe xwendin.

Li aliyekê din rewşenbîran bal kişand ser çalak kirina rola rewşenbîran di dîyaloga navxweyî ya kurdên sûrîyê de.

Beşdarvanê bi navê Mihemd Cezaa ku yek ji rewşenbîrên Bajarê Serêkainyê ye ji Dengê Amerîka re got, ''Pêdivî bi komcivînên wesa heye,bi hevdîtin û dîyalogê nêrînên cûda nêzkî hev dibin''.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku di destpêka vê salê de 17 komcivînên gelerî û siyasî li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê MSD'ê ve hatine li darxisitn.

Li gorî komîteya amadekar dê piştî civînên herêma Cizîrê wê civîn li herêma Firatê jî werin encam dan.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Qamîşlo 22 08 2021

Civînên Meclisa Suriya Demokrat bi Rewşenbîran re