MSD'ê di Panelekê li Şehba de Gefên Tirkîyê Nîqaş Kirin

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) li penageha Şehbayê bi beşdarbûna nûnerên partîyên sîyasî, sazîyên Rêvebirîya Xweser, rewşenbîr û rihspîyan panelek li dar xist.

Panel di bin sernava Krîza Sûrî di Navbera Hevsengîyên Navdewletî û Çareserîya Demokratîk de bi rê ve çû û berpirsê nivîsgeha têkilîyan ya MSD'ê Hesen Mihemed Elî axifî.

Mihemed Elî ji Dengê Amerîka re got ku wan panel li Şehbayê li dar xist jiber ku ser ser devera Şehba gef û metirsî hene.

"Me ev panel amad ekir ku em nîqaş bikin ku divê çi were kirin û emê çawa bersîva van gefan bidin. Herwiha, planên li dijî deverê û hemû Sûrîyê, loma derbara van mijaran de me xwest di vê panelê de nerîneke sîyasî parve bikin”

Berpirsê nivîsgeha têkilîyan ya MSD'ê Hesen Mihemed Elî

Elî bal kişand ku sedema berdewamîya krîza Sûrî mezin e û zehmetîyên li pêş çareserîya kirîza Sûrî di rewşa heyî de gelek in.

"Pir hêzên derveyî destêwerdan di krîza Sûrî de kirine, berjewendîyên cuda yên her alîyekî hene loma ev pirsgirêk bi hêsanî çareser nabe."

Li hember seneryoya berdewmîya krîzê herwiha gefên li ser herêmên bakurê Sûrî de, Elî got jibo dîtina hin çareserîyan bi rejîma Sûrî û bi opozisyona demokratîk re hewlên wan hene.

“Em dixebitin ku fişar li rejîmê were kirin ku berê xwe bide çareserîyê û ji serhişkîya xwe vegere. Dîsa, em hewil didin ku bereyeke demokratîk ya opozîsyonê ava bikin û , jibo van mijaran em danûstandin bi Amerîka û Rûsya re herwiha bi welatên Ereb re dikin.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Meclîsa Sûrîya Demokratîk, , di hewila çareserîya sîyasî ya krîza Sûrîyê de, li hindurê Sûrîyê û li derve li paytexta Swêdê, Stockholmê, rêzepanel û komcivînan pêk tîne.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_05_08_2022_MSD_Panel