Wateya Lihevkirina MSD û Desteya Hevrêzîyê Çi Ye?

Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) û Desteya Hevrêzîya Netewî (Heyetil Tensîq) roja Duşemê ragihand ku wan li ser “Belgeyeke Rêketinê” li hev kiriye.

Di belgeya lihevkirinê de, her du alî dibînin ku damezrandina “Enîyeke Netewî û Demokratîk ya Sûrî” jibo hêzên opozisyonê, pêdîvîyek e ku Sûrîyê ji alozîya heyî derkeve.

Endama dîwana serokatîya MSD’ê Canda Mihemed dibêje ev du sal in her du alî li ser vê projeyê danûstandinê dikin, lê hin sedem hiştine ku ev rêketin niha were ragihandin.

“Li Sûrîyê pir alî hene û her yek ji wan dixwaze projeyên xwe pêk bîne, dagîrkerî jî heye, ev tişt metirsîyeke mezin bi xwse re tîne, li alîyê din rejîma Sûrî jî piştî 12 salên şer hîn di sîyastên xwe de berdewam e, loma me hewce dît ku alîyên netewî û demokratîk werin cem hev”.

Her du alîyan di rêketinê de li ser ser xalên din yên wek pêvajoya çareserîya sîyasî bi tevlêbûna hemû hêzên nerewî û demokratîk li gor biryara 2254 ya NY, yekperçeya axa Sûrîyê û redkirina cudaxwazîyê, nenavendîbûna Sûrîyê di destûra dahatî de, derxistina hemû hêzên bîyanî ji Sûrîyê û pejirandina ku hebûnên Sûrîyê jibo hemû gelê wê ne, hevbîr bûne

Endamê nivîsgeha rêvebirîya Desteya Hevrêzîyê Elî Sayêg dibêje ku danûstandina her du alîyan liser mijarên nakok wê bidome.

“Ev belgeya niha yek e ji pêvajoyeke ji sê qonaxan, ku di siberojê de belgeyên din tên amade kirin, jibo wê jî danûstandina me berdewam dike ku bigihêjin rêketineke tam li ser projeyeke hevbeş.”

Girêdayî mijara helwesta ji Rêvebirîya Xweser û şêweyê nenavendîbûna Sûrîyê dê çawa be, ku di belgeyê de nehatiye zelal kirin, Sayêg dîyar kir ku her alîyekî nêrîneke xwe ya cihê heye ji vê mijarê loma nehatiye yekalî kirin.

“Me li hev kir ku şêweyê nenavendîbûnê, bi rêya rêketina hêzên sîyasî û civakî were çareser kirin, herwiha sazîyên ku dê werin hilbijartin û destûra nû ya Sûrîyê dînin, ew vê mijarê destnîşan dikin.”

Sayêg bal kişand ku tevlêbûna MSD’ê di nav Desteya Danûstandinê ya komîteya destûrî de, ne bi biryara Desteya Hevrêzîyê ye, lê girêdayî lihevhatinên herêmî û navdewletî ye, ku rêketina wan û MSD’ê dê giranîyê bide helwestên wan di nava opozisyonê de.

Ji alîyê xwe ve Canda Mihemed bi bîr xist ku Rêvebirîya Xweser berî demekê însîyatîfeke çareserîyê pêşkêş kiribû, lê hikûmeta Şamê tu bersîv nedaye wan, loma ew girîngî didin têkilî û gotûbêjên ligel hêzên netewî û demokratîk, ku ev belgeya rêketinê bi Desteya Hevrêzîyê re di vê çarçovayê de ye.

“Divê hêzên netewî û demkoratîk bi rola xwe rabin û lihev bikin, daku karibin givaşê li ser rejîma Sûrî û civaka navnetewî bikin, jibo çareserîya sîyasî li gor biryara NY (2254) pêk bînin”, Mihemed got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Desteya Hevrêzîya Netewî sala 2011'an li Şamê hatibû damezrandin û hejmareke partî û alîyên sîyasî yên Kurdî di nav de bûn. Lê, ew alî di sala 2016'an jiber hin nakokîyan ji wê cuda bibûn û di damezirandina MSD’ê de roleke serekî lîstibûn.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_06_28_2023_Reketina_MSD_Hevrezi