Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Moskowê bi Serokomarê Rûsya Vladmir Putin re civîya.
Her du rêber di civînê de ser hêzên Îranê yên li Sûrîyê axifîn.
Li ber e ku di hilcivîna Trump û Putin de, ku dê roja Duşemê pêk were, mijara sereke Sûrîye be.
Piştî Netanyahu, karbidestekî payabilind yê Îranê jî bo kombûna bi Putin re diçe Moskowê.
Netanyahu berî here Moskowê dîyar kiribû ku dê bi Putin re ser ‘’hewcedarîyên ewlekarîyê yên Sûrîye, Îran û Îsraîlê’’ bi Putin re ‘’civîneke pir girîng’’ pêk bîne.
‘’Ez peywendîya rasterast ya bi serokomarê Rûs re pir pîroz dikim. Bo ewlekarîya neteweyî ya Îsraîlê ew pir girîng e’’ Netanyahu got.
Şêwirmendê payabilind yê rêberê dînî yê Îranê Alî Xamaney, Alî Ekber Velayetî jî bo bi Putin re kom bibe diçe Îranê.
Amerîka û Îsraîl, jiber zêdebûna hêzên Îranê li Sûrîyê ketine fikaran.
Îsraîlê dabû zanîn ku ewê qebûl neke ku Îran yan komên Şîa yên girêdayî wê piştî şerê li Sûrîyê, li wir bimînin.