Hejmara Kuştiyên Êrîşa Moskow'ê Derket 133 Kesan û 11 Gumanbar Hatin Girtin

Gel destegulan weke xembarî ya qurbaniyên êrîşa nêzî Moskow li ciyê bûyerê dadinên

Hat Nû Kirin...Li gorî Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê roja Şemiyê Hejmara kuştiyên êrîşa li ser salona konserê ya roja Îniyê li taxeke Moskowê, ku ji aliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê ve hatibû ragihandin, gihîştiye herî kêm 133 kesan.

Komîteyê li ser Telegram got "Hejmara kuştiyên êrîşa terorîstî ya li ser avahiya Şaredariya Crocus gihîşt 133an. Operasyonên lêgerînê berdewam dikin."

Îro Şemiyê berî niha Kîmeteyê got bû ku herî kêm 115 kes di êrîşê de hatine kuştin û 11 gumanbar hatine girtin di nava girtîyan de 4 êrîşkarên bûyerê hene.

Kremlînê roja Şemiyê ragihand, ku têkildarî êrîşa kujer 11 kes hatine girtin, di nav wan de "çar êrîşkar" ku DAIŞ'ê xwe berpirs ji êrîşê ragihand, ya ku li salona konserê ya li nêzîkî Moskowê, roja Îniyê pêkhat, ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Ajansa Interfax îro Şemiyê li ser zarê Kremlînê ragihand ku Saziya Ewlekariya Federal ya Rûsyayê derbarê girtina 11 gumanbaran de Serok Vladîmîr Pûtîn agahdar kir û diyar kir ku 4 ji wan "rasterast di êrîşê de beşdar bûne".

Saziya Ewlekariya Federal got ku berpirsên êrîşa Moskowê "ber bi sînorê bi Ukraynayê re diçûn dema ku serê Şemiyê ew hatin girtin."

Vê jî bixwîne: Di Êrîşeke Çekdarî de Herî Kêm 40 Kes li Moskowê Hatine Kuştin


Li gorî Interfax, ku têkiliya êrîşkar "bi kesên li alîyê Ukrayna re hebûn", û da zanîn ku êrîş "bi baldarî hatibû plankirin".

Hêjayî gotinê ye ku şêwirmendê serokê Ukraynayê, Mykhailo Podlyak, roja Înê, red kir ku têkiliya Kîevê bi êrîşê re hebe.

Li aliyê din Komîta Lêpirsînê ya Rûsyayê roja Şemiyê ragihand ku di êrîşa roja Înê de, hejmara kuştiyan gihîşt 115 kesan.

Komîteyê di jimareke berê ya roja şemiyê de amaje bi wê yekê kiribû ku di encama vê êrîşê de 93 kes hatine kuştin û got ku “pêşbînî tê kirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.”

Rêxistina terorîst DAIŞê ku çend caran Rûsya kire armanc, di daxuyaniyekê de li ser Telegramê ragihand ku endamên wê li derdora paytexta Rûsyayê Moskow'ê êrişî kombûneke mezin kirin.

Rûsyayê tedbîrên xwe yên ewlehiyê li firokexane û stasyonên li seranserê paytext, herêmek berfireh ku zêdetirî 21 milyon kes lê dijîn, tundtir kir.

Jêder:Reuters/AFP