Di Êrîşeke Çekdarî de Herî Kêm 40 Kes li Moskowê Hatine Kuştin

Medyaya Rûsî ragihand ku di êrîşeke çekdarî de herî kêm 40 kes li Moskowê hatine kuştin, pirtir ji 100 kesên din jî birîndar bûn.

Reuters ragihand ku 5 çekdarên zilam bi sîlahên otomatîk êrîş birin ser guhdarên konserteke li navenda Crocus ya Moskowê û dûmanên reş li esmên bilind dibûn.

Medya Rûsî ragihand ku li nêzî cîhê êrîşê peqîneke din qewimî û hin çekdar xwe li hundurê avahîyê bi cîh kirine.

Êrîşa îro çend roj piştî hilbijartina seroktîyê hat ku Vladimir Putin jibo şeş salên din wek jinûve wek serok hatibû hilbijartin.

Ajansa TASS ya dewletê ji zarê karbidestan ragihand ku hîn nayê zanîn êrêşkar kî ne, lê hemî tedbîrên pêdivî hatine girtin.