Wezareta Karûbarên Xizmetkariyên Lezgîn ya Rûsî Yekşemê got, li navenda Moskowê li nêzî sê êstgeên trenê yên ku paytexta Rûsyayê bi gelek bajarên mezin ve girêdidin agir bi embarekê ket.
Dîmenên televizyona Rûsî nîşan dank u pêlên mezin yên dûmana reş li asoya bajêr rabûn û hatin dîtin, berevajî dîmenên berfa spî ya ku rêkên ser cade yên li tenişta stasyonên trenê yên Yaroslavsky, Leningradsky û Kazansky dapoşî bûn.
Ev êstgehên sereke yên ku hertim qelaebalix in, paytext Moskowê bi bajarên wekî Saint Petersburg li bakur-rojava, Kazan li rojhilat an Vladivostok li Rojhilata Dûr ya wî welatî ve girêdidin.
Wezareta Karûbarên Xizmetkariyan û Hawarçûnê got ku wan li dora demjimêr 15:00ê êvarê li gor dema herêmî (1200 GMT) li ser şewatek li depoyek duqatî ya kerpîçan hişyariyek wergirt.
Di demjimêr 1400 GMT de agir bi dora 2,500 metre ketibû. Wezaretê li ser Telegramê got 3 helîkopter û 80 kes ji bo vemirandina agir dixebitin.
Karbidestên Saziya trênê ya Rûsî (RZD) got ku şewat "ne gefek bû li ser geştiyaran û bandor li tevger û geştên trênê nekiriye", ev yek li gorî ajansa nûçeyan a dewletê RIA Novosti hat ragihandin.