Moldova Berpirsê Ajansa Sputnikê ya Rûsî Dersînor Kir

Moldova rêvebirê ajansa nûçeyan ya Sputnikê ya Rûsya jiber belavkirina propaganda û agahîyên şaş dersînor kir.

Wezareta Navxweyî ya Moldova dîyar kir ku hemwelatîyê Rûs yê 56 salî yê ku jibo 10 salên wek kesên nexwestî hatiye dîyar kirin, bi awayekî ewlê ji welêt hatiye derxistin.

Li gor daxuyanîya wezaretê, biryara dûrxistina wî hemwelatîyê Rûsya jiber zarara wî ya ser ewlekarîya Moldova û agahîyên wê hatiye dayîn.

Girjîya di navbera Moldova û Rûsya di demên dawî de gurtir bûye.

Hikûmeta Moldova ya alîgirê Yekîtîya Ewrupa (YE), Rûsya jiber dagikirina Ukrayna şermezar dike.

Hikûmeta Moldovî îdia kiribû ku Rûsya jibo gêrkirina desthilatê planan dike û girjî gurtir bûbû.

Jêder: AFP