Seroka Moldova Dibêje Siberjoa Wan li Yekîtîya Ewrupa Ye

Seroka Moldova Maia Sandu ser destpêka danûstandinên fermî yên jibo endamtîya li Yekîtîya Ewrupa (YE) razîbûna xwe ragihand.

Sandu dîyar kir ku siberoja Moldova di YE de ye.

Moldova çend rojan piştî ku Rûsya Sibata 2022’an dest bi dagirkirina Ukrayna kir, ku Sandu bi tundî şermezar kiribû, tevî Ukrayna ya cîran serî li YE da ku bibe endama wê.

Ew dewlet wê Cotmehê ser endamtîya YE referandumekê pêk bîne.

Sandu ser X’ê dîyar kir ku ew bi hev re hîn xurt in.

YE amadekarîyê dike ku bi Moldova û Ukrayna re dest bi danûstandinên sembolîk bike.

Moldova ku piranîya wê bi Romanî û kêmanîya wê ya mezin jî bi Rûsî diaxivin, piştî roxandina Yekîtîya Sovyetê, desthilatên li hêla dewletên Rojava û yên li hêla Rûsya dîtin.

Hin leşkerên Moskowê li herêma Transdniestria ne ku ew piştî şerekî serê salên 1990’î ji Moldova veqetîbû.

Sandu sala 2020’an ji alîyê platformeke ku dixwaze peywendîyan bi Ewrupa re xurt bike hat hilbijartin.

Wê Moskow bi mudaxaleya li karên navxweyî yên Moldova û plankirina gêrkirina hikûmetê tawanbar kir.

Cîgirê Serokê Entagrasyona li Ewrupa Cristina Gherasimov roja Sêşemê dîyar kir ku ew di qonaxeke dîrokî de ne.

Gherasimov dîyar kir ku welatîyên wan dixwazin ku bibin parçeyeke malbata Ewrupa ku ew jî bi biryar in vê yekê çêkin.

Jêder: Reuters