Amerîkî Îro Roja Dayikbûna Martin Luther King Pîroz Dikin

Amerîkî îro Duşemê rojbûna rêberê mafên sîvîl Martin Luther King pîroz dikin û bi bernameyên taybet wî bi bîr tînin.

Nav û dengê King di sala 1955’an de belav bû, piştî ku wî boykoteke serketî ya otobusên veguhastina giştî yên hikûmetî yên li bajarê Montgomery bi rê ve bir.

Di encama wê boykotê de, rêvebirîya bajarê Montgomery ya eyaleta Alabama neçar ma ku cudakirina rêwîyên reş li nav otobusan rawestîne.

King, jibo dawîkirina tundrêtîya dijî Amerîkîyên Afrîqî di salên 1950’an û 1960’an de rêbertîya xebateke aştîyane kir.

King yek ji bizavkarên mafên sîvîl yên herî navdar e ku xwe bona wekhevîya civakî canfêda kir, lê keda wî rê li ber gelek guhertinên dîrokî vekirin.

King, di sala 1963’an de gotareke navdar bi navê “I have a Dream”, anku “Xewneke Min Heye”, li Washingtonê, li pêş bi hezaran Amerîkîyan xwend.

King Xelata Nobel ya Aştîyê sala 1964’an wergirt, di heman salê de ku Serok Lyndon Johnson jî qanûna mafên sîvîl ya navdar îmza kir.

Martin Luther King di 4’ê Nîsana sala 1968’an de li bajarê Memphis ya eyaleta Tennessee hate kuştin, dema ku bo piştgirîya çalakîyeke protestoyî ya karkerên reş çûbû wî bajarî.

Di 22'ê Tebaxa 2011'ê de li paytext Washintonê peykereke taybet li ser rûmeta King hate vekirin.

Her sal Duşema sisêyan ya meha yek, Rêbendanê li Amerîka wek Roja Martin Luther King tê pîroz kirin û di vê roja betlana federalî de bo bîranîna wî gelek bernameyên cihêrengî têne darxistin.

"Tarîbûn nikane tarîbûne tune bike, tenê ronahî dikane wê yekê bike. Kîndarî nikare nefretê tune bike, tenê evîn dikane wê yekê bike,” gotineke wî ya navdar e ku di dil û bîra gelek kesan de zindî ye.