Mitsotakis Dibêje Ew Dixwazin Hevkarîya Leşkerî ya bi Fransa re Xurt Bikin

Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis dîyar kir ku ew bo tifaqa berevanîyê xurt bikin, bi Fransa re danûstandinê dikin.

Mitsotakis par bo kirîna 18 firokên şer yên Dassaultî yên Rafale bikire, bi Fransa re peymaneke 2,5 mîlyar euroyî çêkiribû û wî dîyar kir ku ewê ji rêvebirîya Parîsê 6 firokên din yên Rafele bikirin.

Li ser pirsa ka ewê Yunanistan û Fransa peymaneke berevanîyê îmza bikin yan ne, Mitsotakis da zanîn ku ewê roja Sêşemê eşkere bibe.

‘’Em ber bi xurtkirina hevkarîya stratejîya ya Yunanistanê û Fransa ve diçin.’’ Mitsotakis got.

Mitsotakis û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dê roja Sêşemê daxuyanîyeke hevbeş bidin.

Di navbera Yunanistan û cîrana wê Tirkîye de ji bidestxistina hîdrokarbonên li Derya Ege heta bêçekkirina giravan di jimareke mijaran de girjî çêdibin.

Mitsotakis dîyar kir ku ew naxwazin pêşbazîya bidestxistina çekan li dar xin û da zanîn ku piştî kêşeya aborî ya welêt ya deh salan dom kirî ew dixwazin hêzên xwe yên çekdar modernîze bikin.