Salih Mislim Ser Operasyona Dijî Efrînê Rûsya Rexne Kir

Sîyasetvanê Kurd Salih Mislim îro Pêncşemê Rûsya rexne kir ku “çiraya kesk” daye Tirkîyê ku operasyona dijî Efrînê pêk bîne.

Mislim di preskonferasnekê de, li Stockholma paytaxta Swêdê got ku ger destûra Rûsya tunebûya, Tirkîyê dê nikariba operasyoneke wargi bikira û bigiheşta wê armancê.

"Em bi biryara Rûsya gelek nerazî ne jiber ku dema ew hatin Sûrîyê hîn berspirsîyên wan hebûn. Wan soz dabû ku ewê axa Sûrîyê biparêzin," Mislim ji ajansa AFP’ê re got.

Hêzên Tirkîyê di 18'ê Adarê de Efrîna bajarê Kurdan xistibû bin kontrola xwe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirvan (SOHR) ragihand ku dora 250,000 sîvîl neçar mabûn ku ji bajêr derkevin û nêzî 1,500 şervanên Kurd di operasyonê de jîyana xwe hinda kirin.