Misir, Îmarat û Îsraîl bo Cara Yekê di Hilcivîna Sêalî de Kom Bûn

Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî, rêberê defakto yê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayed al-Nahyan û Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett re, Şerm el-Şêx,22 Adar,2022

Misir, Îsraîl, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb, Şerm el-Şêx,Rojhilata Navin,Îran, Naftali Bennett,Ebdulfetah el-Sîsî, Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayed al-Nahyan

Rêberên Misir, Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb îro Sêşemê li Şerm el-Şêx ya Misirê ser rewşa bazarên enerjîyê û ewlehîya xwarinê ya li Rojhilata Navin di hilcivîneke de kom bûn.

Seroktîya Misirê dîyar kir ku her sê rêberan aramîya bazarên enerjîyê û ewlekarîya xwarinê, herwiha mijarên navneteweyî û herêmî gotûbêj kirine.

Seroktîyê pirtir hûrgilî eşkere nekir lê, pispor pispor dibêjin îhtîmal e ku wan bandora Îranê ya heremî jî nîqaş kiribin.

Ofîsa serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett jî ragihand ku rêberan peywendîyên di navbera her sê welatan de, di çarçoveya geşedanên vê dawî yên cîhanê û heremê de nîqaş kirine û ser rêkên xurtkurina peywendîyan peyivîne.

Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî mazûvanîya hilcivîna bi rêberê defakto yê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayed al-Nahyan û Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett re,kir.

Hilcivîna îro, piştî ku Îmarat têkilîyên xwe bi Îsraîlê re normal kir vir ve, hevditîna yekê ya sêalî ye.

Îmarat û Erebistana Saudî dijî bangên welatên rojavayî sekinîn; yen bo zêdekirina hilberîna petrolê û bilindbûna buhaya petrola xaw ya ku jiber dagirkarina Ukrayna ya ji hêla Rûsya di 24'ê Sibatê destpê kiribû.


Misir, Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb - hevalbend û şirîkên Amerîka - beşek ji xeta Ereb-Îsraîlî ne ku hewl dide hevsengiya hêza Îranê bike; di demek e de ku ser pabendbûna Washingtonê ya ewlekarîya li herêmê zelalnebûn heye.