Misir Dibêje Wê Nêzî 7 Hezar Kes ji Gazayê Derkevin

Wezareta Derve ya Misirê îro Pêncşemê ragihand ku ewê alîkarîya derxistina nêzî 7 hezar bîyanî û hemwelatîyên dualî ji Kerta Gaza ya wêrankirî bike.

320 kesên xwedîyê pasaportên welatên bîyanî û Filîstînîyên birîndar cara yekê do Çarşemê ser derîyê sînorî yê Refahê ji Gaza derketin û derbazî Misirê bûn.

Misirê ev biryar piştî civîneke di navbera berpirsên wezareta derve û balyozan û nûnerên din yên bîyanî li Qahîre dîyar kir.

Cîgirê Wezîrê Derve Îsmaîl Xeyret, di civîna bi dîplomatên bîyanî re de got ku Misir jibo pêşwazîkirin û derxistina welatîyên bîyanî ji Gaza xwe amade dike.

Xeyret herwiha da zanîn ku bi giştî ji 60 welatan nêzî 7 hezar kes wê ji ser derîyê Refahê ji Gaza werin derxistin.

Karbidestên Misirî dibêjin ku pêvajoya derxistinê wê li gor qanûnên Misirê pêk were û balyozxaneyên bîyanî wê welatîyên xwe li derîyê Refahê wergirin.

Bi alîyekî din ve, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak li ser pêdivîya zêdekirina gihandina alîkarîyên mirovahî ji Gazayê re hevbîr bûn.

Ofîsa serokwezîrîya Brîtanî ragihand ku Sunak û Guterres îro di roja dawî ya Hilcivîna Ewlekarîya Hişberîya Çêkirî (AI) hevdîtinek pêk anî û xirabtirbûna rewşa mirovî ya li Gazayê gotûbêj kirin.

“Sunak û Guterres ser girîngiya bilezkirina gihandina alîkarîyên mirovî yên jîyanê hevbîr bûn. Her du alî jibo çareserîyeke mayînde û pêşvebirina xebatên bo çareserîya dudewletî wê hewlên xwe bidomînin.”