Li Bajarokê Erdîşa Wanê jiber hişkesalîyê ava Bendava Koçkopru 80 ji sedî daketîye û bi hezaran masî mirine.
Ava bendavê nêzî 20 metreyan daketîyê û li rûyê avê tabaqayek kesk çêbûye û herwiha jiber kêmbûna avê hilberîna ceyranê ya bendavê jî rawestîye.
Dr. Murat Akkuş ku li zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê li ser avê vekolînan dike, ser mirina masîyan dibêje ku îsal şilî pir hindik barî.
“Û li bendavê cîhê jîyana masîyan jî tengtir bûye û wan jî nekarîne oksijênê bistînin û mirine.”
Endamê Platforma Jîngehê yê Zîlanê, Mir Bahdîn Demîr jî dibêje ku tevî gerimbûna gerdûnî, lê nêzîktîya çewt ya hember jîngehê jî sedema vê rewşa xirab e.
“Jixwe krîza îqlimê heye, îsal pir hindik şilî barî û ava heyî jî ji alîyê bendavan vê bo hilberîna ceyranê tê xebitandin û oksijena nava avê xilas dike û dibe sedema mirina jîngehê. Sazîyên berpirs ji alîyê jîngehparêzîyê li vê mijarê nanêrîn loma encamên wiha derdikevin.”
Demîr herwiha wek sedema mirina masîyan, ava gemar yan malan jî nîşan dide.
“Li ser çemên Bendava Koçkopru hejmarek gund hene û ava gemar ya van gundan diherike nava avê û çeman qirêj dike. Li Gelîyê Zîlan nêzî 24 gund hene ku ava gemar berdidin nava çeman. Jiber wê qirêjîyê dema av bi gur neherike piştî 3-4 salan tabaqayek kesk çêdibe û dibe sedema mirina zîndîyên nava avê.”
Li gor pêzanînên Rêvebirîya Meterolojîyê ya Tirkîyê îsal jiber gerimbûna gerdûnî li 41 bajaran hişkatî pêk hatiye ku bajarê Wanê jî yek ji wan e.
Your browser doesn’t support HTML5