Hejmara Mirinên ji Korona 300,000 Derbaz Kir

Hejmara mirinên jiber vîrusa korona 300,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 300,798 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî pirtir ji 85,000 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 33,690 mirinên ji vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 31,368 mirinan Îtalya tê.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 4,637 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.