Serokomarê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Wê Serdana Fransa Bike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Mihemed bîn Zayed el-Nahyan dê roja Duşemê serdana Fransa bike.

Şêx Mihemed bîn Zayed el-Nahyan di meha Gulanê de dest bi kar kiribû û ew dê ji wê çaxê vir ve cara pêşî derkeve derveyî welêt.

Reutersê dîyar kir ku Şêx Mihemed dê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re bicive û bi wî re ser guherîna îqlimê û enerjîya siberojê danûstandinê bike.

Çaverê ye her du serokomar ser ewlekarîya herêman û îstiqrarê jî biaxifin.

Peywendîyên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Fransa yên aborî û sîyasî xurt in û li mîrgehê bingeheke leşkerî ya Fransa jî heye.

Macron sala borî serdana welatê Kendavê kiribû û her du dewletan peymana çekan ya 19 mîlyar dolarî jî dî nav de jimareke peymanên mezin îmza kiribûn.