Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jiber Kêşeya Koçberan Firînên Ber bi Belarûsê Radiwestîne

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî îro Duşemê li welatîyên Afganistan, Sûrîye, Yemen û Îraqê bilêtên firokan yên ber bi Mînskê ve qedexe kir.

Kompanîya firînan Belavia ya dewleta Belarûsê ragihand ku kabîneya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî biryara ser qedexekirina bilêtên bo wan welatîyan roja Yekşemê weşandiye.

Bi hezaran koçberên ji welatên Rojhilata Navîn li daristanên li sînorên Belarûs û welatên Yekîtîya Ewrupa (YE), Lîtvanya û Polonya asê mane ku yekîtî dide zanîn ku ew bo çêkirina kêşeyê tên karanîn.

Jiber sermaya zêde hin koçberên li sînor mirin û bo yên mane fikarên ewlekarîyê çêbûne.