Li Wîlayeta Mînîsota Teqînek li Navendeke Îslamî Rû Dide

Teqînek li navendeke Îslamî ya Wîlayeta Mînîsota hate ragihandin.

Teqîn îro şemiyê sibehê zû, dema nimêja berbangê rû da li bajarê Blûmington û çi ziyan nehatin ragihandin.

Polîs dibêjin ew vekolînan dikin li dor rûdanê li gel FBI û aliyên din ên xemxur.

Navenda Îslamî ji aliyê Somaliyên Amerîkî ve tê birêvebirin.