Rûniştvanên Minbicê ji Êrîşa Tirkiyê ya Çaverê Kirî Ditirsin

Navenda bajarê Minbic

Navenda bajarê Minbic

Herçende hêzên Amerîkî li nêzîkî bajarê Minbic hene, yê ku nihe li jêr kontrola Kurdan de ye, lê xelkê bajêr dîsan ji êrîşên Tirkiyê yên çaverê kirî ditirsin ku her wextekî bajêr bibe armanca êrîşan û derketina şerekî ku Tirkiye pêşengiyê dike li dij şervanên Kurd.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, gelek caran di axiftinên xwe de gef kirine ku, ewê ber bi Rojhilat ve herin û bajarê Minbic jî bigrin, bi taybet piştî artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar yên girêdayî wê 18î Adarê bajarê Efrîn girt bû û şervanên Kurd jê hatine dûr xistin.

Hemîd Demelxî, yek ji rûniştvanên bajêre, dema liser mekîna cil dirûnê bû li bazarê qelebalix yê Minbicê got"her kes di tirse…ew tirs ji min jî digire", Hemîd dîsan dibêje hêjî ez di şokê de me, dema min wêneyên çekdarên girêdayî Tirkiyê dîtin, kanê wan çawan bajarê Efrîn talan dikir, êrîşî ser mal û dukanan dikirin û her tiştê didizîn, Hemîd yê ku Ebayekî risasî liber xwe kir bû rîhên wî hebûn got"ya ku em liser wan dibihzin, ew hemû dizin, min bi xwe ew dîtin dema bajarê Efrîn talan dikir".

Tirkiye dibêje, ewê YPG’ê ji hemû sinorê li gel Sûriyê dûr bêxe û wan weke terrorist dibîne, lê Demelxî, weke îşaret bo Erdogan dibêje "Ew dixwaze bi ku de here? Li vêderê zilam hene ewê herêmê biparêzin".

YPGê navûbangîya xwe weke hêzeke wêrek û mezin derkirîye, bi taybet ew hêza serekeye li herêmê bi piştevaniya hevpeymaniya ji aliyê Amerîka tê birêve birin, wan çekdarên Îslamî yên radîkal ji piraniya axa Sûriyê der kirine.