Şervanên HSD û Meclîsa Leşkerî Ketine Nav Bajar Minbicê

Nûçegîhanê Dengê Amerîka (VOA) Mahmud Balî, ku ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li enîya şer e, bi lezgînî ragihand ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û HSD ji alîyê rojava ve ketine nav bajarê Minbicê.

Manbij City

Balî radigihîne ku şerên giran berdewam dikin û heta niha 10 çekdarên DAIŞê ji alîyê Meclîsa Leşkerî ya Minbic û HSD ve hatine kuştin.