Roja Çarşemê êrîşek xwekujî li bajarê Minbic pêk hat û 4 Amerîkî û hejmarek sivîl û endamên HSDê hatin kuştin.
Piştî 2 salan ji rizgarkirina Minbicê ji aliyê YPGê û HSDê de, cara yekê ye êrîşeke wiha bi hêz pêk tê. Ev bûyer bû sedema ku şirove û nêrînên cûda derbarê paşeroja wê herêmê drekevin.
Êrîşa Minbicê dê bibe sedem ku Amerîka li wir bimîne û yan jî lezê li plana vekiîşîna hêzên xwe bike, yan jî Tirkiye dikare heta çi ast sûdbexş yan ziyanbexş be ji wê êrîşê.
Herwiha avakirina herêmeke bi ewle li ser sinorê Tirkiyê û Sûriyê bi kûratiya 30 kîlometir û dirêjahiya zêdetir ji 400 kîlometran ku piraniya wê herêmê dê gund û bajarên Kurdan vegire, ev dê bibe sedema zêde kirina aloziyan yan dê herêm bihê kontrol kirin û tena bibe?
Ev pirs di bernama Hello Washington de bi mêhvanan re hatin gotûbêj kirin, mêhvanên bernamê Dr. Kemal Sîdo berpirsê ofîsa Rojhilata Navîn ya rêxistina gelên li jêr gefan de ji Almaniya û birêz Fethullah Hûsyenî, endamê nûnertiya Xweseriya Demokratîk ya Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistana Îraqê.
Your browser doesn’t support HTML5