Mikatî Dibêje Fermanaên Valakirinê yên Îsraîlê Tawanên Şer In

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî îro Pêncşemê Îsraîl şermezar kir ku fermana valakirinê ya jibo tevahîya heremên başûrê Lubnanê derxistîye.

"Gefên ku dijmin Îsraîlî ser sivîlên Lubnanî jibo valakirina tevahîya bajaran û terikandina heremê û malên wan, tawaneke din ya şer e," Mikatî di daxuyanîyekê de got.

Wî herwiha bang li civata navntewî kir ku jibo rawestandina êrîşên Îsraîlê givaşên dîplomatîk zêde bike.

Roja Pêncşemê, piştî ku artêşa Îsraîlê jibo heremê fermana valakirinê dabû, li El-Hawş ya nêzî bajarê Tîre li başûrê Lubnanê gelek êrîş çêbûbûn.

Ajansa fermî ya Lubnanî ragihand ku êrîşên ser El-Hewş di demekê de qewimîn ku sivîlên ji kampa Reşîdî ya penaberên Filîstînî ya nêzî Tirê jiber fermana valakirinê ya Îsraîlê ji deverê direvîn.

Wezareta saxlemî ya Lubnanê da zanîn ku îro 5 endamên komîteya bijişkî ya girêdayêHizbullah û yekê jî bi girêdayî hevbenda wê Emel, di êrîşên Îsraîlê yên sê cîhên li başûrê Lubnanê hatine kuştin.

Li gor pêzanînên ku AFP ji agahîyên wezareta saxlemî ya Lubnanê berhev kirne, ji destpêkirin dema çerê Îsrîal û Hizbullahê ya 27ê Îlonê vir ve herî hindik 1,784 kes li Lubnanê hatine kuştin.

Jêder: AFP