Amerîkî Îro Diçin Ser Sindoqan

Election Day voting begins in Milwaukee, Wisconsin

Îro li Amerîka Midterm Elections anku hilbijartinên nîvdemî têne kirin ku ew hilbijartin dikevin nîvdema terma seroktîyê, anku du sal piştî ku serokê nû dest bi kar dike.

Hilbijartinên Amerîka, ji 1792'an vir ve her 4 salan carêke, piştî Duşema yekê ya roja Sêşemê têne darxistin û her du sale jî Hilbijartnên Nîvdemî tên lidarxistin.

Roja hilbijartinê di navbera 2'yê Mijdarê û 8'ê Mijdarê de diguhere.

Di van hilbijartinên nîvdemî de hemî 435 endamên Civata Nûneran û 35 ji 100 endamên Civata Senatoran û walîyên 36 eyaletan tên hilbijartin.

Ev hilbijartinên ji alîyê pispor û bîragiştî ve mîna erêkirina yan redkirina du salên borî yên seroktîya Amerîka tê dîtin û pir caran partîya ne desthilatdar serketî dibin.

Di van hilbijartinan de îhtîmal heye ku Partîya Demokrat ya Serok Biden piranîya xwe ya di Kongresê hinda bike, ku ewê jî bona Biden wê rewşeke dijwar derxîne jiber ku Kongres dikeve bin kontrola Komarîyan.

Ger Komarî piranîya Kongresê bi dest bixin, hîngê dikarin astengîyên girîng ji rêvebirîya Serok Joe Biden re çêkin.

Ku ew senaryo bibe rastî, hinge rêvebirîya Biden wê hewceyî dengên Komarîyan dibe ku polîtîkayên xwe ji Kongresê bide derbaz kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku prosesa hilbijartinên nîvdemî di 18’ê Cotmehê de destpê kir û heta îro ya roja hilbijartinê pirtir ji 42 mîlyon Amerîkî dengên xwe bi kar anîne.

Dîroka Hilbijartinên Amerîkî

Di salên damezrandina Amerîka de, mafê dengdanê û hilbijartinê tenê jibo dewlemendên xwedîyê erd hebû.

Jiber ku roja Şemîye cotkaran berhemên xwe dibirin bazarê û roja Yekşeman jî roja çûyîna dêrê ye û herwiha her Duşema yekê ya Mijdarê jî bo Katolîkan cejneke olî ye, biryar hat dayîn ku hilbijartinên giştî yên Amerîkî roja Sêşemê werin kirin.

Çend Agahîyên Belkêş yên Hilbijartinên Amerîkî

Hilbijartinên Amerîka bi rengan jî têne zanîn. Rengê Demokratan şîn e û yê Komarîyan jî sor e.

Eyaletên ku partî serdest in wek "eyaletên sor" yan "eyaletên şîn" têne bi nav kirin.

Şert û awayên dengdanê li her yek eyaletê cuda ye, lê li gelek eyaletan mafê dengdana pêşdem heye ku hemwelatî dikanin berî roja hilbijartinan bi jimareke rêkan dengê xwe bidin.

Sîstema Kongresa Amerîkî

Hilbijartin bi armanca parastina hevsengîya di navbera eyaletan, bi vî rengî tê çê kirin ku her eyalet jibo Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka ya bi 435 endaman, li gor nifûsa xwe nûneran hildibijêre, lê tevahîya eyaletan jibo Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka dikarin vekhew tenê 2 senatoran hilbijêrin.

Civata Nûneran, beşa jêrîn ya Kongresa Amerîka ye û bi giştî 435 kursîyên wê hene. Hilbijartinên vê civatê her du salan carekê tên nû kirin. Endamên wê di asta federal de nûnertîya gel dikin.

Hejmara endamên wê ji her eyaletê, li gor nifûsa giştî ya wê eyaletê tên dîyar kirin. Li gor encamên serjimêrîya gîştî, ku her 10 salan carekê tê kirin, dibe ku hejmara kursîyên eyaletan ya Civata Nûneran biguhere.

Jibo berbijarîya Civata Nûneran şert ev e ku berbijar 25 salî be û 7 sal hemwelatîya Amerîka be.

Sîstema seroktîya Amerîka, beşên qanûndanîn û rêvebirîyê bi tevahî ji hev cuda kiriye anku sîstema cihêbûna hêzên desthildar heye.

Civata Senatoran, civata jorîn ya Kongresê ye û ji 100 endaman pêk tê. Bê ku çiqas şenîya wê heye, her istan xwedîyê 2 senator in.

Ji sêyan yekê Civata Senatoran bi hilbijartinan her 2 salan carekê tê nû kirin û di hilbijartinên seroktîya Amerîka de jî, ji sêyan yekê Civata Senatoran tê hilbijartin û her senator 6 sal li ser erka xwe dimîne.

Li gor Qanûna Bingehîn ya Amerîka, her kesekî/e 30 salî û ger herî kêm 9 salan hemwelatîyê Amerîka be, dikare ji eyaleta ku dijî bo Civata Senatoran bibe berbijar.

Senato, wek civata jorîn, xwedîyê çend pêşnîyar û hêzên erêkirinê yên taybetî ye: erêkirina peymanan û erêkirina destnîşankirina wezîran, endamên dadgeha bilind, dadwerên federal û karbidestên payebilind yên artêşa Amerîka.

Pêşnivîsa qanûnan li her du civatan jî cuda cuda têne nîqaş kirin û dengdan li ser wan tên kirin.

Ger di navbera qanûnên ku li her du civatan de hatine pejirandin de cudahî hebe, pirsgirêk ji hêla komîsyoneke hevpar ve tê çareser kirin û pêşnivîsa qanûna lihevkirî jibo erêkirinê ji serok re tê şandin.

Kerem kin çend wêneyên ji hilbijartinên nîvdemî yên Amerîkî binêrin:

Bi Fotoyan Hilbijartinên Mîdterm yên Amerîkî