Biden û Trump di Pêşhilbijartinên li Michiganê bi Ser Ketin

Serokê Amerîka Joe Biden roja Sêşemê li Michiganê di pêşhilbijartinên Demokratan de bi hêsanî bi ser ket, lê ser piştgirîya jibo Îsraîlê bi bertekan re rûbirû ma.

Donald Trump jî li Michiganê di pêşhilbijartinên Komarîyan de bi ferqeke mezin hevrika xwe ya dawî Nikki Haley derbaz kir.

Çaverê bû ku Biden û Trump di pêşhilbijartinên partîyên xwe de bi hêsanî bi ser kevin, lê hejmarên dengên jibo wan ser nîşanên kêmbûna piştgirîyê ji nêzve dihatin şopandin.

Li Michiganê jimareke mezin ya hilbijêrên Amerîkîyên Ereb heye û Demokratên wê eyaletê jibo protestokirina polîtîkayên Gaza yên Biden bang li hilbijêran kiribûn ku li ser pûsilayên dengan ‘’ez beşdar nabim’’ binivîsin.

Armanca rêvebirên protestoyê 10,000 deng bûn, lê Edison Resarch dide zanîn ku nîvê dengan hatine hejmartin pirtir ji 58,000 hilbijêran nîşan dane ku ew ne li hêla Biden in.

Jimareke mezin ya Amerîkîyên Ereb yên li Michiganê yên sala 2020’an piştgirî dane Biden ser piştgirîya wî ya jibo êrîşên Îsraîlê yên li Gaza dijî wî bi hêrs in.

Kempeyna ‘’Listen to Michigan’’, ku bang li hilbijêran kiribû ku bê alî bimîne ragihand ku ew bi ser ketine û dîyar kir ku bi deh hezaran Demokratên Michiganê jiber şerê li Gaza piştgirî nadin Biden ku ew jinûve serketî be.

Rêvebirên kempeynê soz dan ku ewê rojeva xwe ya dijî şer meha Tebaxê bibin Kongreya Neteweyî ya Demokratîk ya li Chicago.

Biden derengê roja Sêşemê spasîya Michiganîyan kir û dîyar kir ku karanînan dengan jibo demokrasîya Amerîka girîng e.

Wî ser dengên protestoyan tiştek negot, lê dîyar kir Trump gefan li wan dixwe ku ew bi tolhildanê wan paşve bibe.

Çaverê ye Michigan di hilbijartinên seroktîyê yên 5’ê Mijdarê de dîyarker be ku ew eyalet dikare here hêla her du partîyan jî.

Biden di hilbijartinên 2020’an li Michiganê bi 2,8 puan ferq Trump derbaz kiribû.

Trump ji alîgirên xwe yên li Michiganê re got ku ger ew li eyaletê bi ser kevin ewê di encamê de serketî bin.

Jêder: Reuters