Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de banga xwe ya ser Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan dubare kir.
Bahçelî bang li Ocalan kir ku di komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de dawî li PKK’ê bîne û ji ‘’mafê hêvdîdarbûnê’’ îstifade bike.
‘’Ez li pişt gotina xwe me û ser vê pêşnîyara xwe jî israr dikim. Dema tabû û ezber radibin, statuko diguhere û mirov li hember hev durist tevdigerin û gotinên xwe bi awayekî azad dibin, dikarin bi gavên biçûk û hêsantir ji lihevkirinekê biçin lihevkirineke din.’’
Wî dîyar kir ku kesên debara xwe bi terorê dikin naxwazin tecrîda li ser Ocalan rabe û ew were di komcivîna DEM Partî de banga pûçkirina PKK’ê bike.
Bahçelî bi berdewamî ser qayumên bi fermana Wezareta Navxweyî dest danîne bajarvanîyên Xelfetî, Êlîh û Mêrdînê, ku di destê DEM Partî de bûn, got ku ew ne redkirina demokrasî û îradeya neteweyî tevdigerin, lê li gor hiqûq û biryarên dadgehan dimeşin.
Serokê MHP’ê derbarê Ahmet Turk, ku cara sisêyan e ji Bajarvanîya Mêrdînê bi qayum tê dûr xistin, got ku ew sîyasetvanekî dêrîn e, lê tê îstismar kirin.
Bahçelî meha borî di roja yekê ya dewra nû ya parlamana Tirkîyê de dest dabû parlamanterên DEM Partî û piştre li welêt guman çêbûbûn ku proseseke nû ya aştîyê destpê bike.
Wî piştî destdanê li parlamanê bang li Ocalan kiribû ku di komcivîna DEM Partî de banga pûçkirina PKK’ê bike ku vê yekê di rojeva welêt de deng vedabû.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser gotinên Bahçelî gotibû ku ew bi awayekî wêrek û dîrokî axifîye.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan ser banga Bahçelî gotibû ku jibo wan girîng e.
Bakirhan dîyar kiribû ku her çiqas ew û Bahçelî û partîya wî ser çareserkirina pirsa Kurdî de dûrî hevdu ne, gaveke girîng e ku ew ser muxabatabîyê Ocalan nîşan dide.
Jêder: Gazete Duvar, Yeni Yaşam, VOA