Serokê MHP: Divê Mûçeyên 57 Parlamenterên DEM Partî Werin Birîn

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî

Serokê Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî roja Sêşemê got ku divê mûçeyên 57 parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) werin birîn.

Bahçelî dîyar kir ku ew naxwazin li parlamentoya Tirkîyê terorîstan bibînin.

‘’Mûçeyên jibo 57 parlamenterên DEM Partîyê û alîkarîya xezîneyê ya jibo hêlîna terorê divê demûdest werin birîn û jibo têkoşîna terorê û malbatên şehîdan werin karanîn.’’

Wî got ku parlamena Tirkîyê ne ew cih e ku terorîst têde cih bigirin û gefan bixwin.

Serokê MHP’ê dîyar kir ku Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî mîna DEM Partî dijî ewlekarîya Tirkîyê gef e.

Bahçelî got ku CHP’ê daxuyanîya hevbeş ya dijî terorê îmza nekiriye û dijî dewleta Tirkîyê sekinîye.

Bi kuştina 12 leşkerên Tirkîyê, li sîyaseta welêt girjîya desthilat û rikeberîyê gurtir bûye.

Serokê CHP’ê Ozgur Ozel ser rexneyên desthilatê dîyar kiribû bi îmzakirina daxuyanîyan kêşe çareser nabin.

Ozel gotibû ku tevî ku 12 leşkerên Tirkîyê hatine kuştin jî desthilat naxwaze şîna neteweyî ragihîne.

Ji alîyê din ve DEM Partî jî jibo zemîna aştîyê banga dîyalog û danûstandinê dike. Rêvebirên DEM Partî dibêjin şer û tundûtûjî kêşeyan kûrtir dikin û dîyar dikin ku bi şer kêşeya Kurdan çareser nabe.

Jêder: X, Gazete Duvar