Şandê pêşmergeyên Herêma Kurdistanê digel şanda artêşa Îraqê li ser belavbûna hêzên hikûmetê gehiştîne lihevkirinekê, lê ew hişta nebûye rêkeftin.
Ev rewşa aloz ya sîyasî û leşkerî ya Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe ji encama pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye. Referandum hemî welatên hevsinor digel Herêma Kurdistanê li hev anin, ne tenê bo ragirtîna pirsa serxwebûnê, belku bo vegerandina Kurdan bo sinorê sala 2003ê.
Bawerî heye ku lawazîya mala Kurdan û nakokîyên sîyasî û çaresenekirina pirsgirêkên navxweyî reng e derfet da dijberên Kurdan ku yekrêzîya Kurdan têk bide. Gelek şareza bawer dikin ku lawazîya yan nebûna binyadên demokrasî û artêşeke yekgirtî û zalbûna bawerîyên berteng egera her serekî ya jinavçûna hêvîyên Kurdan e.
Mêvanên bernamê Misun Osman endamê parlemana Îraqê dibêje, divîya pêdaçûneke giştî li ser pirsên sîyasî yên Kurdan li ser asta netewî bête kirin.
Herwesa Eli Eli Halo, endamê parlemana Herêma Kurdistanê bawer dike ku niha dema hêzeke leşkerî ya netewî û binyadên û dezgehên demokrasî yên niştîmanî bene ava kirin.
Your browser doesn’t support HTML5