Messi Û Sê Lîstikvanên Klûba PSG Tûşî COVID-19 Dibin

Lionel Messi, klûba Paris Saint-Germain

Yaneya Fransî "Paris Saint-Germain," îro Yekşemê ragihand ku stêrka futbolê yê Arjentînî Lionel Messi tûşî vîrûsa korona ya xweguher bûye.

Herwiha ajansa Reuters îro Yekşemê 2ê Çile ragihand ku lîstikvanê navdar yê yaneya Paris Saint Germain Lionel Messi û sê lîstikvanên din dema têsta COVID-19 kirine, encama testa wan pozetîv derketîye.

Lîstikvanê Arjentînî ya navneteweyî Messi lionel meha tebaxa borî ji klûba xwe ya zaroktiyê Barşelone beşdarî yaneya Paris St Germain bibû.

Yaneya Paris St. Germain (PSG) ragihand ku lîstikvanê berevankar Juan Bernat, golçiyê yedek Sergio Rico lîstikvan Nathan Bitumazala hersê jî rastî vîrûsa korona hatine û encama têsta wan jî pozetîv bûye.

Klûba PSG dibêje niha her çar listikvan tev Messi di karantînê da ne û pêgiriyê bi mercên tendirûstî dikin yên xwe parastina ji vîrûsa korona heta ku ji pandemiyê çak dibin.