Serokê Sûrî Beşar Esed, piştî destpêbûna xwepêşandanên girseyî cara yekê derkete pêş medyaya Rojavayî.
Esed di hevpeyvîna xwe bi televîzyona ABC ya Amerîkî de qala gelek tiştên balkêş dike û dibêje, ji kuştina sîvîlan ew ne berpirs e.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nivîskar Merwan Osman hevpeyvîna Beşar Esed û daxuyanîyên wî yên balkêş dinirixîne.
Birêz Osman dibêje, ev hevpeyvîn nîşan dide ku wekî Esed jî hemî dîkatorên din çiqas ji rastîyê dûr e û gotinên wî bê bingeh in.
Merwan Osman her wiha dibêje, Esed heneka xwe bi civata navnetewî dike û bi taktîkên serdema bavê xwe sîyaseta xwe rêve dibe û dixwaze ji xwe re waxt qezenc bike.
Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin