Merkel Banga Hilbijartinên Nû li Venezuela Dike

Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Înê got ku divê Venezuela hilbijartinên nû pêk bîne da ku girjî û reqbûna heyî kêm be.

“Min bwer nekir ku hilbijartinên sala 2018an, ku Nicolas Maduro crareke din hat ser desthilatê, azad û rêwa bûn. Loma, divê hilbijartinên nû çêbin ku gelê Venezuela bikaribe biryara xwe bide.”

Merkelê got ku ew dixwazin piştgirîya nermkirina girjî û reqbûna li Venezuela bikin û rêka herî baş ya pêkanînê wê jî hilbijsrtinên nû ne.

“Tenê bi rêkê hilbiartinên nû gelê Venezuela dikare berjewendîya xwe pêşve bibe û biryata ser sibêroja xwe bide,” Merkel di preskonferansekê de li Berlînê got.